Daha wa lêlê ye, lolo hinî maye (bunun bir de ‘lolo’su var)

Birçok Şavaklının duyduğu komik bir hikaye (Şavakça).

Du kes navê yekî Xelo û yê din jî Celo, le rê da behevra debin heval û êpêceyî rê terin, diwastin…yek ji yê din ra debêje: “Filan kes, ware em bi sirê li pişta hev siyar bibin bila westa me dayne….her kesê ku yê din da pişta xwe gereku kilamekê bistirê, sebaku ku giraniyê his neke û vî cerê jî riya me jî êdî kurt dibe, klama her kê ku baş bû sira wî jî baş debe û sire debe ya yê dinê, ku hem gereku bide pişta xwe û him jî bistirê.”

Berê Xelo li pişta Celo siyar debe , Xelo kulameke kurtik ser pişta hevalê xwe dibêje û sira wî kuta dibe, jorda tê debe û êdî ”Celo” siyar debe û dest bi klamê deke….berê dibêje lêlêlêlêlêl……….û dirêj deke, owkesî dirêj deke ku, seetekê dikişîne, hevalê viye feqîr debêje mala te ava ma baş nebû?…ez mirim ” Koro”!!!!.Celo dibêje :Birê Xelo! eva lêlê ye, hela jî lolo maye.

Bu hikaye Horasan Kürtlerinin hikayelerini bolca anlatan İran’ın Kurmancî radyosunda da yayınlandı.

Şekakan Blog,

Bu yazı Büyüklerden (Gotinên Mezînan), Kurmancî, Şavak Dili (Şekaki) içinde yayınlandı ve , olarak etiketlendi. Kalıcı bağlantıyı yer imlerinize ekleyin.

Yorum yap.