Çinorega Rıvî û Leglegê

R1BaG

Çî hebû çî tunewû , cigendî xwadê kes tunewû

Rîvîyek û leglegek hewûn ki we hev ra heval bûn. Wan le zawî dizzan zindegî dekir (yaşamiş debun) û çend sal bûn ki dehatin malî hev û deçûn û timîşe le hev depirsiyan û je hev xewer degirtin. Mala rîvî le fekî zîw wû û leglegê jî mala xwa le bin refekê le bêroj çê kiriwû. Danî êvarê dehatin ser kaniya dizzan û ferê xwa deşûştin û kozê xwa tijî av dekirin debirin mal.

Royekê rîvîyê sa nîvro û nanê pişînê gêrmî çê kiriwû û lawê xwa şande mala leglegê ta bane wê ke ki bêwi mêvaniya wî. Leglegê jî qewûl kir û bû mîvana rîvîyê.

Wan hawekê je halê hev pirs kirin û extelat (hemhal) kirin û kêm kêm rîvî çû ki gêrmîyê xwa bîni ta (ku) bixwene.

Rîvîyê sifre le wer êcix rêxist û salek pan jî le nav danî û gêrmîyê xwa rijande ser sîl û rû le leglegê kir ki were gêrmîyê bixwenî.

Legleg hate nîzik ta ki gêrmîyê bixwe. Rîvîyê we zimanî xwa gêrmî dealist. Zimanê rîvîyê pan  û her care gêrmîyê aliyeke sîl dekire fekî xwa. Leglegê jî nikilê xwa le sîl lêdexist û tişt nakete fekî wî. Hay vira wîda baz deda belkum piçîyêk gêrmî bixwe. weqes ki nikil Leglegê we kêwr da lîket işkest û fek û poz birîn birîn bû. Rîvîyê jî hay dûra fekî dealist û je gêrmîyê xwa tarîf dekir û we leglegê ra degot lê çima sekinî heval bixwe xwa têr ke.

Leglegê jî je derewan je gêrmîyê rîvî tarif dekir û tişt nadegot. Wê weşe nekir tişt bixwe û karê kir nikilê wî işkest. rîvîyê jî rind xwa têr kir û dûçê xwa da bin xwa û dirîj ket. Dilê leglegê tiji bû û xwîna wî hatibû kelê. We dilê xwa ra got vîyan ki va bela hanî serê min û haka ez ferîb dam ez jî gerê je xicaletê(şem) rîvî verkevim. Karek dekem ki bavê le rîvîyê bişewitînim!

Hawek ret bû û kêm kêm nikilê leglegê rind bû û hate halî xwa. Leglegê we xwa ra got nika wexte ki ez jî mêvaniyekê bigirim û bane hevalê xwa rîvîyê kem. Leglegê we manê didan werxistinî keçkê xwa kire dano û bane rîvîyê kir ki êvarê were mal biwe mêvana min.

Êvar ki bû rîvî hate mala leglegê û leglegê jî şîvê xwa hanî ser sifrê ki we hev ra bixewene. Wê dano kiriwû nav kundireke kûr û derî teng û rûye rîvîyê kir : birmîş ke heval were pêşda danoyê bixwenî.

Leglegê nikilê xwa dekir nav kundirê û tijî nuxut genim dekir û dadequrtand. Rîvî jî her çiqes xwast serî xwa bike nav kundirê û danoyê bixwe weşe nekir. Carni nuxtek je fekî leglegê deşemitî û le ser zêmîn xir dewû û rîvî jî we dû da derevîya û hiltanî davête fekî xwa. Leglegê xwa têr dekir û rîvî jî her çiqes vira wîda we dûrî kurdir da bazda tişt nekete gîrê û mate fekî leglegê mawû ki kînga denêk jê bikeve herdê. wê ki fam kirwû leglegê çi hanîye serî wî xef kiriwû û dilê xwa mist deda û degot : heval can te ecew dano çê kirîye , min ta nika şîvek haka nexwarîye!

Wê şevê rîvî birçî û zik le piştê nusukî dageriya mala xwa û fam kir ki weqes jî zîrek nîni û je leglegê ferîb xwarîye.

Royê din legleg hate ser kanîyê û badîyêk tijî dano da min got je şeva çû maye bûye sa xizîn ra. Min ta derî hewlîyê jî badî hanî ki yêkecarî seyî cînaran got keft , min jî badî avîte wer û got : bigir keleft!

***

Çorika Rîvî û leglegê yêk je çorikêne qedîmî û kevn Kurdî ye ku le cih û welatên cûrwecûr le nav Kurmancên maye. çorikê min nivîsîye we ziman û zaravê Kurdî le kela xîn (Îmamvêrdîxan) le bakûra rojhialat şehrê Qûçanê têye gepkirin.

——

İran Horasan’dan eski bir çocuk masalı. Qoçan yöresine ait.

Kaynak: Ellahmezar

Reklamlar
Bu yazı Kurmancî, Masallarımız (Çirokên Me), Şavak Dili (Şekaki) içinde yayınlandı ve , , , olarak etiketlendi. Kalıcı bağlantıyı yer imlerinize ekleyin.

Sen ne düşünüyorsun? (Derdê te çiye bra?)

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s